Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Îro bi Telefonê Peyîvîn


Ajansa Reutersê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê ser hêsankirina dexilê Ukrayna axifîne.

Reutersê ji zarê Kremlînê dîyar ku Putin û Erdogan dê di demeke nêz de bicivin.

Tirkîye ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve di navbera Moskow û Kîevê de navbeynkarîyê dike.

Civîna dawî ya di navbera nûnerîn Rûsya û Ukrayna de di meha Adarê de li Stenbolê çêbûbû.

Kremlînê, bê ku zêdetir hûrîyan bide, dîyar kir ku Putin û Erdogan ser ewlekarîya Derya Reş û rewişa li dor Ukrayna peyîvîne.

Ajansa fermî ya Tirkîyê, Anadolu jî da zanîn ku Erdogan ji Putin re gotiye ku êdî dem hatiye ku ew bo derxistina genim û dexilan li Derya Reş korîdorekê vekin.

Ukrayna, ku di rêjeya firotina dexilan de li cîhanê di rêza pêş de ye, ji destpêka cengê vir ve nikare bendergehên xwe bi kar bîne ku berhemên xwe bifiroşe bazarên cîhanê.

Hêjayî balkişandinê ye ku jiber rewişa Ukrayna, li seranserê cîhanê buhayê xwarinan zêde bûye û taybetî dewletên xizan rûbirûyê dijwarîyên mezin dibin.

XS
SM
MD
LG