Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin piştî ku wî digel rêberê Çînê Xi Jinping li Ozbekîstanê hevdîtin pêk înay got ku ew têdigehe ku Çînê "pirs û nîgeranî" hene li ser bizava leşkerî ya Moskowê li Ukraynayê.
Çînê bi eşkereyî helwestek bêalî li ser êrîşa heft mehan ya Rûsyayê dîyar kirîye, dema ku Xi dibêje ku yek ji prensîbên bingehîn yên siyaseta derve ya Pekînê ev e ku divêt welat rêzê li sînorên yekûdu bigirin.
Di axaftinên hatî belav kirin da di destpêka hevdîtinên xwe yên li Semerkandê, Pûtînî gote Xi, "Em helwesta hevseng ya dostên xwe yên Çînî yên di derbarê krîza Ukraynayê da bi rûmet dinirxînin. Em pirs û nîgeranîyên we yên li ser vê mijarê têdigehîn, û di civîna îro da em dê helbet van hemûyan bi berfirehî zelal bikin."
Gotinên Putin di demekê de hatin ku Ukraynayê di van rojên dawîyê da bi lezginî rûberên berfireh jinûve vegêrandin li herêma bakur-rojhilatê ku Rûsyayê dagir kiribû di hefteyên destpêka şerî da.
Putin êrîş li cîhana "yekhêz" ya ku di bin serweriya Amerîkî da kir û destnîşan kir ku ew dibîne ku Rûsya û Çîn pêkve dijî vê hêzê ne.
Serokê Rûsî got "Em bi hev re li ser damezrandina nîzamek cîhanî ya dadperwer, demokratîk û pirstûndik/pirhêz li ser bingehê hiqûqa navnetewî û rola navendî ya Neteweyên Yekgirtî radiwestin, ne li ser hinek rênimayên ku kesek hewl dide li ser yên din bisepîne, bêyî ku rave bike ka ew li ser çi ye."
Wî di berdewamîya axivtina xwe da got "Bi giştî, divê ez bibêjim ku hewildanên ji bo afirandina cîhaneke yekhêz di van demên dawî de şêweyekî kirêt girtîye û ji bo piraniya dewletên li ser rûyê erdê qet nayê qebûl kirin."
Jêder: AFP