Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Scholz û Putin bi Telefonê Ser Ukrayna Peyîvîn


Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz bang li Serokê Rûsya Vladimir Putin kir ku li Ukrayna agirbesteke demûdest ragihîne.

Berdevikê hikûmeta federal ya Almanya Steffen Hebestreit dîyar kir ku Scholz û Putin bi rêka telefonê bi qasî saetekê axifîne.

Hebestreit da zanîn ku Scholz ji Putin re gotiye ku agirbestek demûdest bo çareserkirina kêşeyên însanî û rêkên dîplomasîyê hewce ye.

Moskowê jî ser danûstandina Putin û Scholz daxuyanîyeke nivîskî belav kir.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Putin gotiye ku artêşa Ukrayna bi muşekan êrîş biriye ser Donetsk û Makiivka, li wan bajaran sîvîl kuştine, lê Rojava naxwaze wê tawana şer bibîne.

Kremlîn dide zanîn ku Putin dê îro Înê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re jî biaxife.

XS
SM
MD
LG