Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje ku aborîya Rûsî bi awayekî serketî li hember toleyên nû yên welatên Rojavayî yên jiber şerê li Ukrayna li berxwe dide.
Putin îro Sêşemê di serdana xwe ya li navenda xebatên esmanî ya Vostochny ya li rojhilata dûr ya Rûsya axifî û got ku aborî û sîstema darayî ya Rûsî hember bandora toleyên Rojavayî berxwe dide û herwiha Ruble ya dirava Rûsî zararên nirxa xwe vegerandîye.
Putin îda kir ku wê di encamê dê tole dijî Rojava bi bandor bin û wî mînakek
da.
Wî got ku toleyên ser derkirîna zibilê ji Rûsya û Belarûsê wê buhayên zibilê yên cîhanî bilind bike; di dawîyê de bibe sedema kêmbûna xwarinê û zêdebûna koçberîyê.
"Divê aqilê hevpar bi ser bikeve û divê Rojava li got aqil tevbigere û herwiha biryarên hevseng bide," Putin got.
Putin bi berdewamî anî ziman ku wê welatên Rojavayî nikaribin hemî derî û pencereyan bigirin.
Wî herwiha ragihand ku sînordarkirinên nû yên Rojavayî yên ser derkirîna teknolojîya bilind ya Rusî, wê wan teşwîq bike ku bo pêşketina teknolojîyên nû zûtir bixebite û pencereyeke nû ya derfetan vebike.
Putin got ku nêta Rûsya tuneye ku xwe îzole bike û destnîşan kir ku hêzên biyanî di îzolekirina welatê wî de, wê bi ser nakevin.
"Bêguman ne minkin e ku kesek li cîhana îroyîn were îzole kirin, bi taybet welateke wisa mezin ya mîna Rûsya," Putin got.
Putin dîyar kir ku wê bi hevalbendên xwe yên ku dixwazin hevkarîyê bikin re bixebitin.
Serdana Putin ya li Vostochny, ji destpêka êrîşa Rûsya ya di 24ê Sibatê ya ser Ukrayna vir ve, serdana wî ya yekê ya li derveyî Moskowê ye.