Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Ser Banga Trump Dibêje Ew Dikarin Dest bi Danûstandinên Kêmkirina Çekên Navokî Bikin


Kremlînê îro Înê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dixwaze ku dest bi danûstandinên ser kêmkirina çekên navokî bike.

Putin ev daxwaz ser gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên derbarê kêmkirina çekên navokî ragihand.

Trump do Pêncşemê dîyar kir ku ew dixwazin ser kêmkirina çekên navokî xebatan bimeşînin.

Wî got ku li gor fikra wî Rûsya û Çîn dikarin ser kêmkirina kapasîteya çekên xwe xebatan bimeşînin.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku li ser vê banga wan niha dor ya Washingtonê ye.

Karbidestê ewlekarîya Rûsya Sergei Shoigu jî di hevpeyîneke din de ser gurbûna rîska şerê navokî hişyarî da.

Shoigu ji ajansa nûçeyan ya TASS’ê re got ku li dinê pevçûn gur dibin, helwestên jeopolîtîk xuyatir dibin û li ber vê jî rîska şerê navokî zêdetir dibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG