Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ukrayna bi Êrîşên Nava Rûsyayê Dixwaze Zararê Bide Îstiqrara Wan


Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Duşemê got ku Ukrayna bi êrîşên li başûrê welêt dixwaze zararê bide îstiqrara welêt, lê nikare bi ser keve.

Putin di civînekê de, ku bi karbidestên payabilind yên ewlekarî û walîyên herêman re li dar ket, dîyar kir ku hindayên hêzên Ukraynî yên li sînor bi awayekî dramatîk zêde dibin.

‘’Dijmin bê guman wê bersîva ku heq dike bistîne û bê guman emê bigihijin hemî armancên xwe.’’

Wî dîyar kir ku Ukrayna hewil dide ku pozîsyona xwe ya li danûstandinan xurt bike, lê got ku jiber ku hêzên wê li Kurskê êrîşan dibin ser sîvîlan ew nikarin bi wê re danûstandinan bikin.

Serokê Rûsî dîyar kir ku Ukrayna dixwaze rê li ber pêşveçûna hêzên Rûsî bigire, lê got ku ew pêşveçûna xwe didomînin.

Ukrayna armanca operasyona li nav axa Rûsya hîn eşkere nekiriye.

Putin ji destpêka operasyona dersînor ya Ukrayna, ku 6’ê Tebaxê destpê kir, cara pêşî bi hûrgilî axifî.

Wî dîyar kir ku divê karbidest hazir bin ku rewiş berî ber bi başîyê ve here dikare xirabtir jî bibe.

Walîyê herêma Kurskê Alexei Smirno dîyar kir ku Ukrayna li herêmê 28 navendên rûniştinê bi dest xwe xistine û hêzên wê li nav axa Rûsya 12 kîlometeryan pêşve çûne.

Smirnov da zanîn ku heta niha 121,000 kes ji herêmê derketine.

Rêvebirên Belgorod ya cîrana Kurskê dibêjin ji herêma wan jî derketin destpê kiriye.

Rûsya, Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û 18 ji sedê axa Ukrayna di bin kontrola wê de ye.

Jêder: France 24, Reuters

XS
SM
MD
LG