Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê got ku çekên nû dikevin destê Ukrayna nikarin li qada şer tiştekî biguherînin.
Putin dîyar kir ku ew çek dê şerê heyî gurtir bikin û ku tankên dewletên Rojavayî dane Ukrayna wê bo hêzên Rûsî armancên serekî bin.
Wî careke din da zanîn ku endamtîya Ukrayna ya li NATO jibo ewlekarîya Moskowê gef e.
Karbidestên Ukrayna bi danûstandinên li hilcivîna NATO ya li Vilnius hewil dan ku Kîevê bikin endama NATO.
Hevbendên NATO dibêjin ku ew dikarin piştgirîyê bidin Kîevê, lê ew niha nikarin wê bikin endama hevpeymanîyê.
Swêd û Fînlandîya jî piştî şerê Rûsya û Ukrayna serî li NATO dan ku bibin endamên NATO.
Fînlandîya bû endama 31’an ya NATO, û bi erêkirina Tirkîyê re çaverê ye Swêd jî di demeke nêz de bibe endama hevpeymanîyê.
Jêder: AFP