Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Rêberên Rojavayî Ser Rîska Şerê Navokî Hişyar Dike


Serokê Rûsya Vladimri Putin îro Pêncşemê got ku ger dewletên Rojavayî yekîneyên xwe jibo şer bişînin Ukrayna ewê rîskeke rast ya şerê navokî çêbe.

Putin ji parlamanter û pêşengên welêt re dîyar kir ku Moskow bi çekên di destê xwe de dikare êrîşan bibe ser armancên li Rojava.

"Dewletên Rojavayî hewil didin Rûsya qels bikin û rêberên Rojavayî fehm nakin ku mudaxaleyên li karên navxweyî yên Rûsya çiqas metirsîdar e," Putin got.

Serokê Fransa Emmanuel Macron roja Duşemê gotibû ku endamên NATO yên Ewrupî dikarin yekîneyên xwe bişînin Ukrayna, lê Amerîka, Almanya, Brîtanya û hin dewletên din ew fikir demûdest red kiribûn.

Putin got ku divê dewletên Rojavayî hay jê hebin ku çekên wan jî hene û karanîna çekên navokî wê medenîyetê hilweşîne.

Serokê Rûsî, ku çaverê ye di hilbijartinên 15-17’ê Adarê de jinûve were hilbijartin, bi pesn behsa çekên navokî yên modern yên Rûsya kir.

Bi şerê li Ukrayna re, peywendîyên Moskow û dewletên Rojavayî ji Krîza Muşekan ya Kuba ya 1962’yan vir ve di asta herî xirab de ye.

Putin, ku pirtir ji 20 sal in rêberê Rûsya ye, berê jî ser şerê rastexwe ya di navbera NATO û Rûsya de hişyarî dabû.

Wî bang li rêberên Rojavayî kir ku li qederên Adolf Hitler û Napolyon Bonapart binêrin ku di dagirkirina Rûsya de bi ser neketibûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG