Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Abas Ser Danûstandinên Rûsya û Ukrayna Axifîn


Abas û Putin, 2018
Abas û Putin, 2018

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Fîlîstînî Mahmud Abas bi rêka telefonê axifîne.

Reutersê ew agahîya ser axaftina her du rêberan ji zarê Kremlînê ragihand.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Putin û Abas ser danûstandinên di navbera Rûsya û Ukrayna de peyivîne.

Kremlînê da zanîn ku Putin û Abas derbarê girjîya li Kenarê Rojava û rojhilata Orşelîmê jî axifîne û ser çareserîyên bo kêşeyên Rojhilata Navîn danûstandin kirine.

Îna borî li Mescîdî Aqsa di navbera Fîlîstînî û polîsên Îsraîlê de girjî çêbûbû û pirtir ji 150 Fîlîstînî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG