Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Alîyev Piştî Pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê Cara Pêşî Peyivîn


Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev bi rêka telefonê axifîne.

Putin û Alîyev, piştî pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê, ku 10 rojên berê destpê kiribûn, cara pêşî peyivîn.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Alîyev bo pîrozkirina rojbûna Putin telefon kiriye û wan ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê jî xeber daye.

Putin ji kanala dewletê ya Rûsya re gotibû ku pevçûnên her du dewletan ‘’trajedî’’ ye û bang li her du dewletan kiribû şerê xwe bi dawî bikin.

Wî herwiha dîyar kiribû ku li gor peymana hevalbendîyê divê ew alîkariya Ermenistanê bikin, lê gotibû ku jiber ku pevçûn li nav sînorên Nagorno – Qarabaxê ne ew nikarin tiştekî bikin.

XS
SM
MD
LG