Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Peywendîyên bi Amerîka re Xirab Dibin


Serokê Rûsya Vladmir Putin dîyar kir ku peywendîyên Moskow û Washingtonê roj bi roj xirabtir dibin.

Putin di bernameyeke televîzyonê de toleyên Amerîka rexne kir û da zanîn ku rêvebirîya Amerîkî di salên dawî de toleyên dijî Rûsya her tim pejirandi e.

Wî bi berdewamî got ku li hember peywendîyên bi Amerîka re danûstandinên wan yên bi Çînê re pêşde diçin û ji berê rindtir dibin.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku xurtbûna peywendîyên Rûsya û Çînê bo Amerîka fikaran çêdikin.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê gotibû ku ew plan dikin ku 1000 leşkerên din bişînin Polonya.

Serokomarê Polonya Andrzej Duda, di preskonferansa hevpar de dabû zanîn ku leşkerên Amerîkî ‘’jiber gefên Rûsya’’ pêwîst in.

XS
SM
MD
LG