Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Divê Rûsya û Amerîka Peywendîyên Xwe Biparêzin


Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ew hazir e ku bi Serokê Amerîka Joe Biden re hevdîtineke onlayn çêke.

Putin ji kanala dewletê ya Rûsya da zanîn ku ew dikare roja Înê ya Duşemê, li pêş gel bi Biden re biaxife.

Wî got ku ferman daye Wezareta Derve ku bo hevdîtinê dest bi hazirîyan bikin û da zanîn ku divê Rûsya û Amerîka berevanîya peywendîyên xwe bikin.

Biden di kanala ABC de ser Putin dîyar kiribû ew ‘’kujer’’ e û dabû zanîn ku ewê bedela destwerdana li hilbijartinên Amerîka bide.

Rûsya jiber gotinên Biden balyozê xwe yê li Washingtonê vexwendibû Moskowê.

Peywendîyên Moskow û Washingtonê ji bidawîbûna Şerê Sar vir ve di yek ji qonaxên herî dijwar de ye.

XS
SM
MD
LG