Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Amerîka û Hevbendên Wê Guh Nadin Daxwazên Rûsya


Serokê Rûsya Vladimir Putin piştî li Moskowê bi hemtayê xwe yê Macar Victor Orban re civîya, ser Ukrayna axifî.

Putin ji Berfanbarê vir ve cara pêşî derbarê Ukrayna peyivî.

Wî di axaftina xwe de dîyar kir ku Amerîka û hevbendên wê guh nadin daxwazên ewlekarîyê yên Rûsya, lê da zanîn ku ew bo kêmkirina girjîyê ji danûstandinan re hazir in.

Serokê Rûsya da zanîn ku danûstandin gava daxwazên ewlekarî yên Rûsya jî werin axaftin pêkan e.

Putin got ger Ukrayna bibe endama NATO, ew dikarin bo bidestxistina Qirimê dest bi operasyonan bike.

‘’Bifikirin ku Ukrayna endama NATO ye û operasyona leşkerî li dar dixe. Wê demê divê em bi NATO re şer bikin? Kes ser vê yekê fikirî?’’ Putin got.

Rûsya, Nîvgirava Qirim ya Ukrayna di sala 2014’an de dagir kiribû û piştgirî dabû serhildayên li rojhilata Ukrayna.

Jiber pevçûnên li rojhilata Ukrayna pirtir ji 14,000 kes canên xwe ji dest dane.

Putin dîyar kir ku Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dikare bo danûstandinên nû di demeke nêz de serdana Moskowê bike.

Putin û Macron roja Duşemê bi rêka telefonê axifîbûn.

XS
SM
MD
LG