Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin, Amerîka bi Hewildana Parçekirina Civaka Rûsî Tawanbar Dike


Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Duşemê îdia kir ku Amerîka û hevalbendên wê hewil didin civaka Rûsî tawanbar kir.

Putin îro di civînekê bi karbidestên payebilind li Ofîsa Dozgerê Giştî de got ku Rûsya ketiye bin toleyên Rojavayî yên nedîtî.

"Amerîka û hevalbendên wê hewil didin ku civaka Rûsî parçe bikin û Rûsya ji hindur ve hilweşînin. Lê, planên dewletên Rojavayî yên ser vê yêkê têk çûne."

Putin bang li dozgerên Rûsî kir ku bileztir tevbigerin ku xwepêşandanên bê destûr asteng bikin, ku ji derve têne organîze kirin.

Putin herwiha got ku divê dozgerên Rûsî provakasyonên vekirî yên dijî artêşa Rûsî derxînin holê, ku Rûsya îda dike ku medya navneteweyî û platformên civakî jî di nav de ne.

XS
SM
MD
LG