Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ger Qanûn Biguhere Ez Dikarim Careke Din Bibim Berbijarê Seroktîyê


Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ger guherînên di qanûna bingehîn de werin pejirandin ewê bo serokomarîyê careke din bibe berbijar.

Putin da zanîn ku ew dikare seroktîya Rûsya bidomîne.

Rûsya dê di navbera 25’ê Hezîranê û 1’ê Tîrmehê de bo guherandina qanûna bingehîn referandumê çêke.

Li gor guherînên di qanûna bingehîn de, Putin dê karibe her carê 6 salan du carên din li desthilatê be.

Kremlîn dide zanîn ku bo xurtkirina parlamanê divê guherîn pejirandin.

Rikeberên Putin jî dibêjin ku karê wî di sala 2024’an de bi dawî dibe, bi vî awayî ew dikare heta 2036’an li desthilatê be û ew jî ‘’darbeyeke qanûnî’’ ye.

Putin 67 salî ye û bi qasî 20 sal in li desthilata Rûsya ye.

XS
SM
MD
LG