Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Serketina Joe Biden Pîroz Kir


Serokê Rûsya Vladimir Putin, serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden pîroz kir.

Qesira Kremlînê ragihand ku piştî Desteya Hilbijêran bi awayekî fermî dîyar kiriye ku Biden di hilbijartinan de bi ser ketiye Putin ew pîroz kiriye.

Kremlînê piştî hilbijartinên 3’yê Mijdarê yên Amerîka dabû zanîn ku ew li bendê ne ku encamên fermî werin belav kirin.

Rêberên hin dewletan berî biryara Desteya Hilbijêran Biden pîroz kiribûn.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Putin ji Biden re daye zanîn ku ew bo danûstandinê û peywendîyên dualî hazir e.

Putin dîyar kiriye ku tevî ku Rûsya û Amerîka ji hev cihê ne jî hin berpirsîyên wan yên taybet hene ku mijarên kêşeyên cîhanî yên wek ewlekarî û îstiqrarê çareser bikin.

XS
SM
MD
LG