Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Dibe ku Putin û Biden Berî Serê Salê Dîsa Biaxifin


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin (Arşîv)
Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin (Arşîv)

Rûsya îro Pêncşemê dîyar kir ku ew amade ye ku bo danûstandinan bi Amerîka re yên ser pêşnîyarên wê yên bo ewlehîya li Ewrupayê, wezîrekî hikûmeta xwe bişîne "her yek welatekî bêalî."

Hevdem, Kremlînê da zanîn ku Serok Vladimir Putin û Joe Biden dibe ku berîya serê salê dîsa biaxifin.

Berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku hîna ser hevdîtineke din ya di navbera her du serokan de, ku herî dawî di 7'ê Berfanbarê de axifî bûn, wan li hev nekirine.

Rûsyayê roja Çarşemê li Moskowê pêşnîyarên xwe yên ewlekarîyê radestî Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka Karen Donfried kirin.

Washingtonê jî got ku ewê pêşnîyarên Moskowê bi hevalbend û hevkarên xwe re parve bike.

XS
SM
MD
LG