Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin di Roja Serxwebûnê de Pîrozbahî li Biden Neke


Russia Putin
Russia Putin

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dê îsal hemtayê xwe yî Amerîkî Joe Biden bo roja serxwebûnê ya 4'ê Tîrmehê pîroz neke.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re dîyar kir ku rewişa îsal rê nadin pîrozkirina Biden.

Peskov da zanîn ku Putin dê jiber helwesta dijminane ya Amerîka dê Biden pîroz neke.

Di 4’ê Tîrmeha sala 1776’an de, nûnerên 13 stanên-eyaletên Amerîkî bi fermî Ragihandina Serxwebûnê belav kirin û peywendîyên bi Brîtanyayê qut kirin.

Şerê serxwebûnê berî wê yekê bi salekê destpê kiribû û heta sala 1783 berdewam kir. Bi Peymana Parîsê, serwerîya Amerîka bi fermî hate nas kirin.

XS
SM
MD
LG