Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Ewê Dîplomatên Amerîkî Dersînor Nekin


Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Înê bi daxuyaniyekê li ser malpera qesra Kremlîn'ê dîyar kir ku ewê ti dîplomatên Amerîkî dersînor nekin.

“Emê ji dîplomatên Amerîkî re arîşeyan çênekin, ji wan ti kesî dersînor nekin. Berovajî, ez zaroyên hemû dîplomatên Amerîkî vedixwînim Kremlînê, bila werin dara Noel'ê bibînin'' Putin got.

Amerîka ev demek e îdia dike ku di ser êrîşên înternetî re tilîya Rûsya di encama hilbijartinên wê de heye, lê Rûsya van îdiayan red dike.

Do Pêncşemê, Serokê Amerîka Barack Obama dabû zanîn ku 35 dîplomatên Rûs wek persona nan grata (mirovên li welêt nayên xwestin) hatine ragihandin û ji wan xwestibû ku di nav 72 saetan de tevî malbatên xwe Amerîka biterikînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî Amerîka biryara dersînorkirina 35 dîplomatên Rûs girt, Wezareta Derve ya Rûsya jî ji Kremlîn'ê re dersînorkirina 35 dîplomatên Amerîkî pêşnîyaz kiribû.

XS
SM
MD
LG