Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putîn û Serokwezîrê Îtalî Draghi Ser Rewşa Afganistanê Peyîvîn


Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn
Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn

Kremlînê bi daxuyanîyeke ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokwezîrê Îtalî Mario Draghi îro Pêncşemê ser Afganistanê nîqaş kirine.

Kremlînê ragihand ku Putin û Draghi li ser girîngîya pêşîgirtina felaketekî mirovahî ya li Afganistanê, sekinîne.

Hevdem, Kremlînê destnîşan kir ku her du rêberan jibo pêşxistina aşitî û aramîya li Afganistanê, di derbarê teşwiqkirina hewildanên navneteweyî, tevî yên bloka G20'an de, jî axifîne.

Di daxuyaniyekê de ji Romayê, nivîsgeha Draghi got ku wî û Putin li ser rewşa Afganistanê û bandorên wê yên herêmî "nîqaşek girîng" kiriye.

Ofîsa serokwezîrê Îtalî Draghi jî di derbarê hevdîtinê de daxuyanîyek ragihand.

Ofîsê dîyar kir ku Draghi û Putin ser rewşa Afganistanê û li ser encamên wê yên herêmî "nîqaşeke girîng" kirine.

Daxuyanîyê herwiha da zanîn ku wan bo pêkanîna 'aramîya Afganistanê, şerê dijî terorîzmê û bazirganîya neqanûnî û parastina mafên jinan', rêkên ku civaka navneteweyî dikare bişopîne, gotûbêj kirine.

Ji alîyê din ve, ofîsa Draghi bi daxuyanîyeke cûda ragihand ku serokwezîrê Îtalî îro bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re jî axifîye.

"Her du rêber encamên cûda yên krîza Afganî nîqaş kirin, di nav de rêvebirîna pêlên koçberîyê û parastina mafên mirovan û azadîyên bingehîn yên li wî welatî," daxuyanîyê got.


XS
SM
MD
LG