Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Ser Aborîyê Axifîn


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.

Jêderên Serokomarîya Tirkîyê dîyar kir ku her du rêber ser ‘’peywendîyên erênî yên aborî’’ yên di navbera Enqere û Moskowê de peyivîne.

Erdogan û Putin derbarê rewşa dawî ya Sûrîyê û peyvajoya Astana jî axifîn.

Li ber e ku Wezîrê Derva yê Rûsya Sergey Lavrov roja Duşemê serdana Enqerê bike û bi karbidestên Tirk re derbarê aborî û rewşa Îdlibê danûstandinan bike.

XS
SM
MD
LG