Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Ser Îdlibê Axifîn


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê ser Îdlibê axifîn.

Jêderên serokomarîya Tirkîyê didin zanîn ku Erdogan ji Putin re gotiye ku ‘’êrîşa rejîma Esad ya dijî leşkerên Tirk zarar daye aştîyê û ewê Tirkîyê bi awayekî herî tund berevanîya rewa bike.’’

Her du serok bi berdewamî ser Lîbya jî axifîne.

Berî axaftina Putin û Erdogan, wezîrên derve yên Rûsya û Tirkîyê bi rêka telefonê peyivîbûn.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu piştî axaftinê gotibû ku ‘’peyvajoyên Astana û Soçî birîn bûne’’ û dîyar kiribû ku divê ew demûdest tiştekî bikin.

XS
SM
MD
LG