Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Wê Beşdarîya Hilcivîna G20 ya li Endonezya Bike


Serokê Rûsya Vladimir Putin
Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin plan dike ku di dawîya vê salê de beşdarî hilcivîna G20 li Endonezya bibe, dema ku hin endamên komê de dibêjin ku divê Rûsya ji komê were derxistin.

Lyudmila Vorobieva, balyoza Rûsya ya li Endonezya, ku niha seroka G20 ye, ragihand ku nêta Putin heye ku bo civîna G20 ya di meha Mijdarê de biçe Girava Balî ya Endonezya.

"Wê girêdayî gelek, gelek tiştan be, tevî rewşa COVID ku baştir dibe. Heya niha, nêta wî heye, ew dixwaze," Vorobieva got.

Li ser pirsa di derbarên pêşnîyarên ku divê Rûsya ji G20 were derxistin, wê got ku ew forumek e bo nîqaşkirina pirsgirêkên aborî ye û ne krîzeke mîna Ukrayna.

" Helbet derxistina Rûsya ji forumeke bi vî rengî wê alîkarîya çareserîya pirsgirêkên aborî neke. Berevajî, bêyî Rûsyayê ev yek dijwar e," Vorobieva got.

Reutersê ji zarê jêderan ragihand ku Amerîka û hevalbendên wê yên rojavayî dinirxînin ka gelo divê Rûsya di nav Koma G20'an de bimîne yan na, piştî dagirkirina Ukrayna.

Heman jêderan got ku her gavek bo derxistina Rûsya dibe ku ji hêla hin endamên komê ve were veto kirin û wê îhtîmala beşdernebûna wan zêde bike.

Çîn ya ku dagirkirina Rûsya şermezar nekiriye û toleyên Rojavayî rexne dike, roja Çarşemê Moskow parast û Rûsya wek "endameke girîng" ya G20 bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin got, G20 komek e ku divê keşeyên krîtîk, wek başkirina aborî ya ji pandemîya COVID-19 çareser bike.

"Mafê ti endamekî tune ku welatekî din ji endamtîyê derxîne. G20 divê piralîbûna rastîn pêk bîne, yekîtî û hevkarîyê xurt bike," Wenbin got.

Wezareta Derve ya Endonezya red kir ku ser bangên jibo derxistina Rûsyayê ji G20'an şîrove bike.

XS
SM
MD
LG