Serokomarê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku Hilcivîna Amerîka û Koreya Bakur ‘’gefa mezin ya pevçûnê’’ kêm kiriye.
Putin di civîneke li Kremlînê de dîyar kir ku ew bi hilcivîna Donald Trump û Kim Jong Un kêfxweş bûne û wan pîroz dikin.
Putin da zanîn ku nakokîyên bi Koreya Bakur re bo hemî cîhanê fikar çêdikirin û got ku pevçûnên leşkerî jî di nav de dibe ku gelek encamên giran ji wan nakokîyan çêbûbana.
Rêberê Parlemontoya Gel ya Bilind ya Koreya Bakur Kim Yong Nam nameyek da Putin.
Putin berê Kim Jong vexwendibû Rûsya û ew vexwendin dubare kir.