Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Gelek Kêşeyên Cîhanî Hene, Divê Hilcivîneke Mezin Çêbe


Serokê Rûsya Vladimir Putin bang li rêberên Amerîka, Çîn, Fransa û Brîtanya kir ku îsal di hilcivîneke mezin de kom bibin.

Putin di serdana Îsraîlê de da zanîn ku gelek kêşeyên cîhanê hene û dîyar kir ku divê ew ‘’hevdîtineke cidî’’ çêkin.

‘’Li pêş me gelek kar hene. Di rojên borî de, em li Berlînê ser Lîbya axifîn. Ew kêşe divê were pêş Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî û divê em çareserîyekê jê re bibînin’’ Putin got.

Wî dîyar kir ku Moskow bo hilcivînê amade ye û bo wan hilcivîn li kîjan welatî çêbe ferq nake.

Serokê Rûsya bi bîr xist ku îsal salvegera 75’an ya bidawîbûna Şerê Cîhanê ya Duyê ye û da zanîn ku lidarxistina hilcivînekê dê sembolîk be.

XS
SM
MD
LG