Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Ew Beşdarî Hilcivîna G20 Nabe

Serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand ku ewê beşdarîya Hilcivîna G20 ya li Balî ya Endonezya nebe.

Medya Endonezya dide zanîn ku li şûna Putin dê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov here hilcivînê.

Çaverê ye ku Putin bi awayekî onlaynî beşdarî rûniştineke hilcivînê bibe.

Ukrayna û welatên Rojava ji Endonezya dixwestin ku vexwendina bo Putin paşde vekişîne, lê wî welatî wer nekir.

Serokomarê Endonezya Joko Widodo ji Financial Timesê re da zanîn ku ger Rûsya beşdarî hilcivînê bibe ewê kêfxweş bibin.

Widodo dîyar kir ku G20 ne forumeke sîyasî ye, lê hilcivîneke ser aborîyê ye.

Endonezya, Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî vexwend hilcivînê.

Zelenskyy da zanîn ku Putin awayê onlayn jî di nav de beşdarî hilcivînê bibe ewê neçe Endonezya.

This item is part of
XS
SM
MD
LG