Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Biryarnameya Ser Rawestandina INF'ê Îmza Kir


Serokê Rûsya Vladimir Putin biryarnameye ser rawestandina peymana Menzîla Navîn ya Hêzên Navokî (INF) îmza kir.

Rêvebirîya Trump dîyar kiribû ku Moskow peymanê binpê dike û dabû zanîn ku ewê ji peymanê vekişin.

Piştî daxuyanîyên karbidestên Amerîkî, meha borî berpirsên Rûs jî gotibûn ku ewê peymanê pûç bikin.

Rûsya îdiayên ser binpêkirina peymanê red dike û dîyar dike ku Amerîka li gor wê tevnagere.

Pispor didin zanîn ku bi rawestîna peymana INF’ê dibe ku Washington û Moskow ser çekan dest bi dubendîyeke nû bikin.

XS
SM
MD
LG