Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vladimir Putin Serdana Îranê Kir


Serokomarê Rûsya Vladimir Putin serdana Îranê kir. Serdana Putin li demeke ku Serokê Amerîka Donald Trump, peymana navokî ya bi Îranê re nepejiradiye rast tê.

Di hevdîtina karbidestên Îran, Azerbaycan û Rûsya de mijarên herêmî, teror û kêşeyên ewlekarîyê tên axaftin.

Putin berê jî di Mijdara 2015’an de û di Cotmeha 2017’an de serdana Îranê kiribû.

Kanala dewletê ya Îranê, berî serdana Îranê dîyar kiribû Sererkanê Rûsya Valery Gerasimov û hevtayê wî yê Îranî Mihemed Huseyin Bakiri kom bûne û ser mijarên ewlekarî û bervanîyê danûsitandin kirine.

Rûsya, bi tevlîbûna avakirina du santralên hêzê yên navokî yên li Buşehrê, ku başûr bajarekî beravê ye, piştgirî dabû bernameya navokî ya Îranê. Santrala navokî ya yekê ya li Buşehrê, di sala 2011’an de bi alîkarîya Moskowê dest bi xebatê kiribû.

Trump, pejirandina peymana navokî ya ku Îran û Rûsya û gelek welatên din îmza kiriye, red dike û di vê demê de Moskow piştgirîya Tehranê dike.

Brîtanya, Fransa, Almanya û Yekîtîya Ewrupa (YE) jî bang li Trump dikin ku peymanê bipejirîne.

Îran û Rûsya, di şerê li Sûrîyê de piştgirîya Serok Beşar Esad dikin.

Hin pispor dîyar dikin ku bi serdana Putin dibe ku bo projeyên binesazîyê û bazara petrolê pirtir pere were xerc kirin û hin şîrketên Ewrupa, Çin û heta bêje Amerîka jî bikevin bazara Îranê.

XS
SM
MD
LG