Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin Dibêje Putin û Xi Jinping Dê Ser Helwesta Amerîka û NATO Biaxifin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û hemtayê wî yê Çînî Xi Jinping dê roja Çarşemê bi rêka vîdeokonferansê biaxifin.

Reutersê dîyar kir ku Putin û Xi Jinping dê ser girjîyên li Ewrupa û gotinên ‘’tund’’ yên Ewrupa û NATO danûstandinê bikin.

Welatên rojava û Amerîka di demên dawî de Çînê jiber binpêkirina mafên mirovan û Rûsyayê jî jiber ku li sînorê Ukrayna leşkeran bi cîh dike rexne dikin.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov bal kişand ser peywendîyên navneteweyî yên li parzemîna Ewrupa û da zanîn ku rewişa heyî kiriye ku hevalbend danûstandinê bikin.

‘’Em li alîyê NATO û Amerîka gotinên pir û pir êrîşkar dibînin û ew yek jî dike ku em bi Çînîyan re danûstandinê bikin.’’ Peskov got.

Rûsya her ku peywendîyên wê yên bi welatên rojava re xirab bû nêzî Çînê bû.

Putin û Xi Jinping îsal li hev kirin ku peymana hevkarî û dostanîyê ya 20 salan dirêjtir bikin.

Peskov da zanîn ku Putin û Xi Jinping ser enerjî, bazirganî û hilberînê demdirêj biaxifin.

Putin û Serokê Amerîka Joe Biden hefteya borî axifîbûn.

Biden di axaftinê de Putin ser tevgerên dijî Ukrayna hişyar kiribû û Putin jî dîyar kiribû ew ji Ewrupa ser ewlekarîya xwe garantîyê dixwazin.

XS
SM
MD
LG