Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ku Dawetek Were, Putîn Dikare ligel Obama Hevdîtinekê Bike


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Çarşemê dibêje, Serok Vladimir Putin ji nêrîna hevdîtina ligel Serokê Amerîka Barack Obama re vekirî ye, dema ew meha Îlonê bo Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî were Amerîka.

Lavrov ew daxuyanî li bajarê Sevastopol ya Kirimê, li pêş nûçegîhan da û piştrast kir ku Putîn wê pişikdarîya rûniştina 70'ê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bike ku di 15'ê Îlonê de destpê dike.

Lavrov got, eger alîyê Amerîka nîşanek wî rengî bide, Putin dikare bi Obama re hevdîtinekê bike.

XS
SM
MD
LG