Opozisyona Kremlin îro Pêncşemê ragihand ku desthilata Rûsî 2 çalakvanên wan girtine, yên ku dest bi kampeynekê kirbûn li dij hewildanên serok Vladimir Putin yên nerewa ku dixwaze heta demek dirêj li ser desthilatê bimîne. Herwiha lêgerîn di malên 4 kesan û ofîsên tevgera opzisyona desthilata Kremlin datine kirin.
Komîta lêkolînan ku taybete bi tawankariyên mezin û metirsîdar û polîsê bajêr nexwestine li ser bûyerê tiştekî bêjin.
Li bajarê Moskow çalakvan di amdekariyan de bûn, da ku roja 15ê Tîrmehê xwepêşandanekê ecam bidin û di mediya civakî da kampeyna bi navê "Na jibo mana Putin heta hetayê. " destpêkîye.
Li dsetpêka vê mehê Rûsya rêferanduma serastkirina yasayê encam dabû, li gor encamên dengdana di rêferandumê de Putin dê ew maf hebe heta sala 2036ê li ser desthilatê bimîne, ji derveyî xola niha ku dê sala 2024ê bidawî bibe, Putin dikare 2 carên din bo serokatiyê bibe berbijêr ku her carê 6 salan wek serok bimîne.
Çalakvan û xelkê nerazî dibêjin, sextekarî di rêferandum û dengdanê da hebûn û daxwaz dikin ku Putin dest ji serokatiyê berde ku zêdetirî 20 salin, weke serok û serokwezîr li ser desthilata Rûsya dimîne.
Tevgera Rûsya ya Vekirî jibo Mafên Mirov “Open Russia Human Rights” ku weke çalakvanên dijberên desthilata Putin tên naskirin gotiye, Pêncşemê lêgerîn li dij ofîsên wan pêkahtine û du karmendên wan hatine girtin yek ji wan Andrey Pivovarov rêveberê cî bicîkar yê tevgera wane.
Li Rûsya xwepêşandan jiber COVID-19 hatine qedexe kirin û nabe bê destûrnameya desthilatê ji du kesan zêdetir lihev bicivin.