Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Penaberên Sûrî jiber Kiryarên Hov yên DAIŞê Direvin


Serokê Rûsya Wladimir Putin dibêje, penaberên ji Sûrîyê, ne ji rejîma Beşar Esad, lê ji kiryarên hov yên Dewleta Îslamî direvin.

Putîn dibêje, ew tedigihên ku guhertinên sîyasî li Sûrîyê pêdivî ne, loma jî ew ligel hevkarên wan li nav wî welatî dixebitin.

Hikûmetên Rojavayî û rêxistinên mafên mirovan hem hikûmeta Esad, hem jî Dewleta Îslamî ya tundrê, bi zêdegavîyên berfireh yên mafên mirovan tawanbar dikin.

Putin got, hîn zû ye ku ew maytekirina Rûsya di nav operasyonên leşkerî yên dijî DAIŞê de, li Surîyê gotûbêj bikin, lê ew piştgirîya Sûrîyê dikin.

“Em alîkarîyên pir girîng yên wek alav û çek didin Şamê û personelên Sûrî yên leşkerî perwerde dikin,” Putîn dîyar kir.

Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest do Pêncşemê gotibû ku Washington wan raportên medyayî ji nêzîk ve dişopîne ku dibêjin, Rûsyayê leşker û firokên ceng şandine Sûrîyê.

XS
SM
MD
LG