Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Poroshenko bo Dengên Xwe Zêde Bike Girjîyê Gur Dike


Serokê Rûsya Vladimir Putin ser girjîya li Derya Reş, Serokê Ukrayna Petro Poroshenko tawanbar kir.

Putin îdia kir ku piştgirîya gel ya bo Poroshenko kêm bûye û wî xwestiye berî hilbijartinan alozîyê gur bike.

‘’Bêguman ev provokasyonek e. Berî hilbijartinan ji alîyê rêberê dewlet ve hat organîze kirin,’’ Putin got.

Wî da zanîn ku li gor rapirsîyan Poroshenko di rêza pêncan de ye û loma xwestiye tiştekî bike.

Keştîyên Ukrayna roja Yekşemê ber bi beravên Qirimê, ku Rûsya di sala 2014’an de dagir kiribû, diçûn.

Rûsya dest danîbû ser sê gemîyên Rûsya û 23 xebatkarên wê girtibûn.

Rûsya îdia dike ku gemîyên Ukrayna bêdestûr ketine ava Rûsya, lê Ukrayna vê bi tundî red dike.

XS
SM
MD
LG