Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Welatên Rojava Dixwazin li Asya-Pasîfîkê Sîstemeke Wek ya NATO Çêkin


RUSSIA-MONUMENT/
RUSSIA-MONUMENT/

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Sêşemî dîyar kir ku welatên Rojava dixwazin li Asya-Pasîfîkê sîstema xwe çêkin.

Putin di konferansa ewlekarîyê ya navneteweyî de da zanîn ku welatên Rojava dixwazin li herêma Asya-Pasîfîkê sîstemeke wek ya NATO deynin.

Wî dîyar kir ku Amerîka hewil dide pevçûna li Ukrayna bibe herêmeke dûr.

Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi di serê vê mehê de serdana Taywanê kiribû û bala bîragiştî kişandibû ser wê herêma Pasîfîkê.

Putin bo wê serdana Pelosi got ku provokasyoneke plankirî ye.

Taywan dide zanîn ku ew welatekî serbixwe ye, lê Çîn dîyar dike ku ew axa wê ye û di bin kontrola wê de ye.

XS
SM
MD
LG