Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan bi Telefonê Peyîvîn


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro bi telefonê li ser jimareke mijaran peyîvîn.

Kremlîn radigihîne ku her du rêber piştgirîya xwe ji yekbûna axa Sûrî û serwerîya wê re dîyar kir.

Ajansa Reuters dide zanîn ku axaftina telefonê, ser daxwaza Tirkîyê pêk hat û mijara xeta borîya gazê, Turkstream ku ji Derya Reş derbaz dibe, jî hat rojevê.

Rojnameya Hurriyet ya Tirkî jî ragihand ku Erdogan ji Putin xwest ku komên bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re peywendîdar, li dervayê danûstandinên siberoja Sûrîyê werin hiştin.

Li gor medya Tirkî Putin û Erdogan qayil bûn ku destûr neyê dayîn ku Sûrîyê bibe qada şerê navbera Îran û Îsraîlê.

Her du alî herwiha biryar da ku peywendîyên aborî yên dualî werin xurt kirin û şûna dolara Amerîkî, rubleya Rûsî û lîraya Tirkyê werin xebitandin.

XS
SM
MD
LG