Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Civîna bi Putin re Dikare Hêvîyên Nû ji Herêmê re Bîne


Putin û Erdogan li Soçî, Rûsya Îlon 17, 2018
Putin û Erdogan li Soçî, Rûsya Îlon 17, 2018

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê got ku daxuyanîyeke hevbeş, ku li ber e piştî hevdîtina wî ya ligel Serokê Rûsya Vladimir Putin were dayîn, dikare “hêvîyên nû” ji herêmê re bîne.

Erdogan, berî hevdîtina bi Putin re, li bajarê Soçî ya Rûsî ew daxuyanî da nûçegîhanan, lê wî zelal nekir ku naveroka daxuyanî wê çawa be.

Erdogan berî ku here Rûsya, got ku bangên Tirkîyê bo agirbesteke li Îdlibê encamên baş dane jiber ku çend roj in li herêmê aramî heye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Putin di nav vê mehê de pêşnîyara Erdogan ya agirbestekê, di hilcivîna sêhêlî ya Tehranê de li pêş kamerayan red kiribû.

Tevî ku peywendîyên Rûsya û Tirkîyê di demên dawî de xurt bûne, her du welat di kêşeya Sûrî de li alîyên dijber disekinin.

Moskow piştgirî dide Serokê Sûrî Beşar Esad, lê Enqere bi xurtî piştgirî dide rikeberên wî.

XS
SM
MD
LG