Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin û Erdogan Ser Rewşa Îdlibê li Moskowê Civîyan


Serokî Rûsî Vladimir Putin bi hevtayê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re îro Pêncşemê dest bi danûstandinên li ser agirbestekê li bakurê rojavayê Sûrîyê kir.

Putin di axaftina xwe ya digel Erdogan de, li Kremlînê got ku rewşa Îdlibê, ku artêşa wan rû bi rû ye şerekî ne û nêzî mîlyonek kes di sê mehan de koçber bûne û şer hin giran bûye, pêdivî kiriye ku ew û Erdogan bicivin.

Erdogan got ku ew bi hêvî ye civîn dê tedbîran jibo hêsankirina nakokîyê bigire.

Karbidestekî payebilind yê Tirk ji Reuters re got ku dibe ku her du serok di dawîyê de agirbestê bipejirînin, piştî ku çend hewildanên dîplomasîyê nekarîbûn şerê navbera Tirkîyê û hevalbendên wê û hêzên hikûmeta Sûrî, ku Rûsya piştgirîya wan dike, rawestîne.

Hêjayê jibîrxistinê ye ku di destpêka Şubatê de nêzîkî 60 leşkerên Tirk hatibûn kuştin û pêşbînîya pevçûneke rasterast di navbera Rûsya û Tirkîyê de çêbûbû.

Putin, derbarê kuştina 36 leşkerên Tirk yên di êrîşên esmanî de, xemgînîya xwe ji Erdogan re pêşkêş kiribû û gotibû ku artêşa Sûrîyê cîhê wan nedizanî.

Wî gotibû ku ew hêvî dike ku danûstandinên wan dê rêya dubarekirina wê rewşê bigire.

XS
SM
MD
LG