Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Êrîşên Dijî Sûrîyê dê Alozîya Navneteweyî Gurtir Bike


Serokomarê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ger welatên rojava pirtir êrîşî Sûrîyê bikin û ewê bo peywendîyên cîhanî alozîyan çêke.

Putin, ew gotin dema bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re bi rêka telefonê axifî kir.

Kremlînê bi daxuyanîyekê da zanîn ku Putin û Ruhanî li hev kiriye ku êrîşên welatên rojava yên dijî Sûrîyê zararê dide hewildanên çareserîyên siyasî.

‘’Putin da zanîn ku ger tevgerên ku peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê bikin bidomin ewê di peywendîyên navneteweyî de alozî çêbin’’ Kremlînê di daxuyanîyê de got.

Amerîka dabû zanîn ku ger hikûmeta Esad careke din çekên kîmyayî bikar bîne ewê jinûve dijî Sûrîyê operasyonên leşkerî li dar xînin.

Hişyarîya Putin û daxuyanîya Amerîka ya ser toleyên nû yên dijî Rûsya, li heman demê rast hat.

Balyoza Amerîka li NY’ê Nikki Haley dîyar kiribû ku Washington dê roja Duşemê dijî Moskowê toleyên nû ragihîne.

XS
SM
MD
LG