Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin: Ger Ukrayna Bibe Endama NATO Ewê Şer Çêbe


Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Qesira Kremlînê kom bûn.

Civîna Putin û Macron pirtir ji 5 saetan ajot û piştî civînê her du rêber di preskonferansa hevbeş de axifîn.

Putin dîyar kir ku civîn bi awayekî kêrhatî derbaz bûye û da zanîn ku ew û Macron ser garantîyên ewlekarîyê yên Rûsya ji Amerîka û NATO dixwaze, axifîne.

‘’NATO di stratejîya leşkerî ya 2019’an de Rûsya rastexwe wek gefeke ewlekarîyê dît û dîyar kir ku ew dijmin e.’’ Putin got.

Wî îdia kir ku NATO bingehên xwe yên leşkerî nêzî sînorên Rûsya kirine û got jiber ku NATO bi xwe ber bi Rûsya hatiye, nabe ku ku Moskow bi êrîşvanîyê were tawanbar kirin.

Putin dîyar kir ku ger Ukrayna bibe endama NATO ewê şer çebe û da zanîn ku Fransa jî di nav de welatên Ewrupî Qirimê wek parçeyeke Ukrayna dibînin, lê Moskow dibêje Qirim ya Rûsya ye.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî dîyar kir ku divê Rûsya û Ewrupa ser garantîyên ewlekarîyê bi hevdu re bixebitin.

Macron da zanîn ku divê ew ew li Ewrupa bo îstiqrarê mekanîzmayên nû çêkin.

Wî dîyar kir ku gerek Rûsya û Yekîtîya Ewrupa (YE) bo kêmkirina girjîyê li hev bikin û da zanîn ku Rûsya jî welatên Ewrupî jî kaosê naxwazin.

Serokomarê Fransa da zanîn ku bi peymana Mînskê ew dikarin girjîya Rûsya û Ukrayna çareser bikin û dîyar kir ku ewê çareserî bi rêkan sîyasî çêbe.

XS
SM
MD
LG