Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Ew Mecbûr Bûye ku Fermana Operasyona Dijî Ukrayna Bide


Dîmeneke hezên Rûsyayê
Dîmeneke hezên Rûsyayê

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pencşemê dîyar kir ku ew "mecbûr" bûye ku fermana "operasyoneke leşkerî " ya dijî Ukrayna bide, jiber ku welatên Rojavayî xemên ewlekarîya Rûsyayê piştguh kirine.

Putin îro di civîneke Kremlînê de bi karsazan re axifî û got ku çalakîya leşkerî tedbîrek bi zorê bû ku bi sedema zêdebûna xeterîyên ewlehîyê yên bo Rûsyayê derketin holê.

Wî got ku ew ji nerazîbûna welatên Rojavayî ya ser daxwazên ewlekarî yên Moskowê, heyirî maye.

"Ez matmayî mam ku li ser ti pirsgirêkê milîmetreyeke nelivîne. Wan ti derfet nehiştin ku em pêngaveke cûda bavêjin."

Putin derbarê toleyên welatên Rojava yên dijî Rûsyayê dîyar kir ku Rûsya beşek ji aborîya cîhanî ye û heya ku li wir bimîne wê zararê nede wê sîstemê.

"Divê hevkarên me vê yekê zanibin ku armanc nekin ku me ji sîstemê derxînin," Putin got.

XS
SM
MD
LG