Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Dibêje Rûsya Wê li Ukrayna Serketî Be



Serokê Rûsya Vladimir Putin li stadyuma Luzhniki ya Moskowê diaxife, Adar 18, 2022.
Serokê Rûsya Vladimir Putin li stadyuma Luzhniki ya Moskowê diaxife, Adar 18, 2022.

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Înîyê li stadyuma Luzhniki ya Moskowê di civîneke bi hezaran kesan de axifî û pesnê hêzên Rûsî da; dema ku wan bi top û mûşekan êrîşên xwe yên kujer ser bajarên Ukraynayê didomînin.

"Mil bi mil, alîkarîya hev dikin, piştgirîya hev dikin û dema hewce dike bi laşên xwe wek bira hevdu ji guleyan diparêzin, " Putin got.

Putin ragihand ku hêzên li Ukrayna şer dikin , yekbûna Rûsya nîşan dane, ya ku Rûsya wek "operasyona leşkerî ya taybet" bi nav dike.

"Ev demeke dirêj e ku yekîtîya me bi vî rengî çênebûbû, " Putin got.

Wî soz da ku wê li Ukrayna tevahîya armancên Kremlînê pêk werin.

"Em dizanin ku divê em çi bikin, çawa bikin û ev bi çi buhayê ye. Û emê bi temamîya planên xwe pêk bînin," Putin got.

Putin bo ku şer wek şereke dadmendî nîşan bide û pesnê leşkerên Rûsyayê bide, hevokên Încêlê bi kar anî û wiha got:

"Ti hezkirin ji ya dayîna canê xwe bo hevalên xwe mezintir tuneye," Putin got.

Wî careke din israr kir ku kiryarên wî bo pêşîgirtina "jenosîdê" pêwîst dikin , îdayeke ku ji hêla rêberên li çaralêyê cîhanê ve, bi tundî hat tê red kirin.

Putin anî ziman ku "operasyona Rûsya ya li Ukrayna " pêwîst bû jiber ku Amerîka Ukrayna bo tehdîtkirina Rûsya bikar dianî û Rûsya neçar ma ku li hember "jenosîda" Ukrayna ya ser gelên Rûsî diaxivin, wan biparêze.

Dema ku Putin dipeyivî, weşana zindî ya televîzyona dewletê bi kurtasî qut bû û dîmenênstranên welatparêzîyê yên berê tomar kirî hate nîşan dan.

Ajansa nûçeyan ya RIA ji zarê berdevikê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku bi sedema xeletîyekeateknîkî televîzyona dewletê ji nişka ve, weşana zindî ya acaxftina Putin qut bûye.b


Axaftina Putin nêzî 5 deqêqeyan berdewam kir û gelek kesan tîşort yan çakêtên bi "Z" li xwe kiribûn - nîşaneke ku li ser tank û meşînên leşkerî yên Rûsî li Ukraynayê tê dîtin.

Di bûyerê de stranbêjê navdar Oleg Gazmanov strana "Made in USSR.", bi rêzikên destpêkê "Ukrayna û Kirim, Belarûs û Moldova, hemû welatê min e," got.

Polîsê Moskowê ragihand ku di dema axaftina Putin de got zêdeyî 200 hezar kes li stadyûma Luzhniki û derdora wê hebûn; bo pîrozbahîya heştemîn salvegera dagirkirina nîvgirava Kirimê ya Rûsyayê ku ji Ukrayna girtibû.

XS
SM
MD
LG