Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vladimir Putin Banga Yekîtîyê Dike


Vladimir Putin, ku bi hilbijartina roja Yekşemê careke din bo serokomarîya Rûsya hat hilbijartin, bo çareserkirina kêşeya welatê xwe banga yekîtîyê kir.

Putin, ku di hilbijartinê de 77 ji sedê dengan sitand, bi rikeberên xwe re li Kremlînê kom bû.

Putin dîyar kir ku divê ew standartên jîyana xwe bilind bikin û giranîya xwe bidin ser karên navxweyî.

Serokomarê Rûsya da zanîn ku divê ew ji alîyê aborî ve mezin bibin, pergala xwe ya saxlemî, perwerdehî û binesazîyê xurttir bikin.

Putin dîyar kir ku armanca wî ya sereke kêmkirina ferqa di navbera feqîr û dewlemendan de ye.

Putin herwiha got ku ewê bi dewletên din re peywendîyên avaker çêkin û bi wan re nekevin qayişkêşana çekan.

XS
SM
MD
LG