Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Sêşemê got ku wê "encamên cidî" hebin, ger welatên Rojavayî destûrê bidin Ukrayna çekên wan jibo lêdana armancên li nava Rûsya bikar bîne.
"Ev zêdekirina berdewam ya girjeyê dikare bibe sedema encamên cidî," Putin di serdana xwe ya Ozbekistanê de got.
Ev hişyarîya Putin hat, dema Serokê Fransa Emmanuel Macron got ku divê destûr bê dayîn ku Kîev bingehên leşkerî yên Rûsî "bêbandor bike", cihên ku hêzên Rûsî mûşekan diavêjin Ukrayna.
Hin endam û herwiha Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî pêşnîyar dikin ku bila Ukrayna karibe bi çekên welatên Rojavayî li hindûrê Rûsya bixe.
Putin hişyarê da welatên Ewrupî ku gelek ji wan xwedî "axa piçûk" û "şênîya qelebalix" in.
"Li Ewrupa, bi taybet li welatên piçûk, divê haydar bin ku ew bi çi dilîzin. Divê vê xalê bigrên ber çavan, berîya ku behsa lêdana kûr ya axa Rûsya bikin, jiber ku ev tiştek cidî ye," " wî got.
Serokê Rûsî bi berdewamî dîyar kir ku tewra ger hêzên Ukraynî êrîşê nava Rûsya pêk bînin jî, berpirsiyarî wê li ser milên peydakerên çekan yên Rojavayî be.
Putin herwiha got ku her çend ew bawer dike ku rahênerên leşkerî yên Rojavayî jixwe li Ukraynane û bi nepenî tevdigerin jî, her gavek welatan ku wan bi fermî bişînin, wê girjeya heyî tund bike ku rewş wê ber bi pevçûnek cidî ya li Ewrupa û ya cîhanî ve" biçe.
Serfermandarê Ukrayna îro ragihand ku ew li ser şandina rahênerên leşkerî bi Fransa re danûstandinan dikin.
Putin dîsa hişyarî da û got ku "bêyî ku li ser axa Ukrayna kî hebebe, emê tiştê ku bo me hewceye, bikin."
Berpirsê siyaseta derve yê Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell piştî civîna wezîrên berevaniyê yên Blokê li Brukselê got ku welatên Ewrupî li ser şandina ku rahênerên leşkerî bo Ukrayna lihevne kirine.
Welatên YE 50 hezar hêzên Ukraynî li derveyî welatê ku di şer de ye perwerde kirine, di çarçoveya bernameyek blokê ya ku di 2022’an de hat damezrandin.
Jêder: AFP