Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hevdîtinên Rastxwe ligel PYD Eşkere Dike


Hevserokê PYD Salih Mislim
Hevserokê PYD Salih Mislim

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki got, karbidestekî bilind yê Amerîkî roja Şemî li Fransa ligel Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) kom bû.

Xanim Psaki got, berê jî danûstandina wan ligel PYD hebû, lê bi rêya navbeynkaran ew hevdîtin dihatin kirin.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Polat Can jî ji Dengê Amerîka re gotibû ku peywendîyeke wan ya dîrek bi koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka re heye û ew kordînatên êrîşên esmanî didin koalîsyonê.

Hêjayî gotine ye peywendîyên rastxwe yên Amerîka ligel Kurdên Sûrîyê ji alîyê pisporan ve wek destpêka qonake nû te nirxandin.

YPG hem rizgarkirina Kurdên Êzîdî li Şengalê de û hem jî, taybetî jî di berevanîya Kobanê de bala bîra giştî ya cîhanê kişandiye û di medya cîhanî de bi dehan nivîsar li ser rola YPG hatin weşandin.

XS
SM
MD
LG