Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYD bo Efrînê Bang li Neteweyên Yekbûyî Dike


Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bi daxuyanîyeke nivîskî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li Efrîn û li herêmên din yên bakurê Sûrîyê "herêmên ewle" çêke.

PYD'ê da zanîn ku "Tirkîye dijî hemî çareserîyên bo aştîya Sûrîyê bûye gef"

"Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bo berevanîya bi qasî 1 mîlyon însanên li Efrînê dijîn berpirsîyê bigirin ser xwe" hat gotin di daxuyanîyê de.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Sêşemê dîyar kiribû ku ewê ji Efrîn û Minbicê destpê bikin û "hêlînên terorê" belav bikin.

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo jî dabû zanîn ku ew jibo "berxwedaneke bêhempa" amade ne.

XS
SM
MD
LG