Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje Ew Nikare Îdiaya Pyongyang ya Derbarê Travis King Piştrast Bike


Pyongyangê bi gotina ku leşkerê Amerîkî Travis King jiber "nijadeperestîya" di artêşê de reviaya û derbazî welatê wan bûye bo cara pêşî daxuyanîyek belav kir.

Medyaya Koreya Bakur ragihand ku li gor Pyongyangê leşkerê Amerîkî Travis King jiber "helwesta ne mirovane û nijadeperestîya di artêşê de xwestiye derbazî welatê wan yan cihekî din bibe."

Kenal û ajansên mediya Amerîkî derbarê îdîaya Koreya Bakur gelek rapor weşandin, Fox New dide zanîn ku Pentagonê gotiye ew nikare îdîayên Koreya Bakur yên ku dibêje leşkerê Amerîkî Travis T. King bi dilxwazî derbazî Koreya Bakur bû jiber ku "cudakariya nijadî" di Artêşa Amerîka de heye piştrast bike.

Karbidestekî berevanîyê yê payebilind yê Amerîka roja Sêşemê ji Fox News re got ku Pentagon ti têkilî bi leşker Travis T. King re nemaye û ew ti tiştekî ji rewşa wî nizanin.

King di 18’ê Tîrmehê de ji Koreya Başûr derbazî Koreya Bakur bûbû.

Ajansa fermî ya Koreya Bakur, KCNA ragihand ku King li xwe mikûr hatiye ku jiber helwesta xirab ya ne mirovane û nijadperestîya di artêşa Amerîka de biryar daye derbazî Koreya Bakur bibe.

KCNA dîyar kir ku King gotiye ku li Amerîka wekhevî tune û wî jiber vê xwestiye here Koreya Bakur yan welatekî din.

Apê King, Myron Gates di rojên borî de ji ABC Newsê re dîyar dîyar kiribû ku birazîyê wî yê reş li leşkerîyê bi nijadperestîyê re rûbirû maye.
Berpirsên Amerîkî dibêjin ku Koreya Bakur bersîvê nade daxwaza agahîyên ser King.

Ji hejî bîrxistinê ye ku têkiliyên di navbera Amerîka û Koreya Bakur demek dirêje di asta herî xerab de ne, serokê berê yê Amerîka donald Trump di du hilcivînan de hewl da ku têkiliyên aloz bi Kim Jong Un re baştir bike, lê desthilata zordar ya koreya Bakur guh neda Amerîka û civaka navneteweyî da ku dest ji hilberîn û cerbinadina çekê navokî û mûşekên balistîk berde û nebe.


Jêder: Reuters/Kenalên Mediya Amerîkî

XS
SM
MD
LG