Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Koreya Bakur: Pyonyang Dixwaze Peywendîyeke Nû bi Amerîka re Çêke


Medya dewletê ya Koreya Bakur, berî hilcivîna dîrokî ya Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un dîyar kir ku ‘’Pyongyang dibe ku bi Amerîka re peywendîyeke nû çêke’’

Pisporên siyasetê didin zanîn ku ew şirove nîşan dide ku Koreya Bakur polîtîkaya xwe ya dijî Amerîka bi awayekî girîng guherandîye.

Meyda Koreya Bakur bi giştî gotin û kirên Kim di wextê de raber nake û heta niha pir bi kinî qala hilcivînê kiriye.

Li gor şiroveya di rojnameya Rodong Sinmunê de, Kim bo Trump re bicive çûye Sîngaporê û ‘’bo pêwistîyên peyvajoyeke nû dê peywendîke nû çêke’’

Rojnameyê dîyar kir ku bo aştîya Koreya Bakur dê danûstandinên kûr werin kirin û bi rêka dîyalogê peywendîyê ji berê çêtir bibin.

XS
SM
MD
LG