Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Careke Din Muşekeke Balîstîk Ceriband


Reuters'ê îro Înê ragihand ku Koreya Bakur, careke din muşekeke balîstîk ceribandîye.

Serokwezîrê Japonya Şînzo Abe, ji rojnamevanan re da zanîn ku pisporên wan ceribandinê analîz dikin û dibe ku muşek li Derya Japonî ketibe xwarê.

Berdevkê Pentagonê Jeff Davis, li Washingtonê piştrast kir ku Koreya Bakur muşekeke balîstîk firandîye.

"Em hîn nirxandinê dikin. Di demeke nêz de emê pirtir agahî bi dest xînin," Davis ji nûçegîhanan re got.

Neteweyên Yekbûyî (NY), Koreya Bakur jiber ceribandina muşekan bi awayekî tund şermezar dike.

Piştî ceribandina biqasî sê hefteyên berê, NY'ê bo Pyongyangê gotibû ku "bêarî"yê dike. NY’ê bang li civata navneteweyî kiribû ku li dijî kiryarên Koreya Bakur helwesteke yekdengî ava bikin.

XS
SM
MD
LG