Qadirî Xendereş, serokê Partîya Azadî û Demokrasî ya Kurdistanê dibêje ku hilbijartin di sîstema Komara Îslamî ya Îranê de bitenê xapandin e û rêberên Îranê dixwazin jibo cîhanê nîşan bidin ku demokrasî li Îranê heye.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Xendereş got ku hilbijartin bê bandor dibe û her kî bibe serokê Îranê, sîyaset û rêbaza Komara Îslamî her wek xwe dimînin.
Birêz Xendereş herwiha got ku “em hilbijartina Îranê boykot dikin û gerek Kurd bi giştî wê hilbijartinê boykot bikin.”
Biryar e ku roja 14’ê Hezîranê hilbijartina serokatî li Îranê birêve biçe.