Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de 8 Kes li Îraqê Hatine Kuştin


D êrîşeke xwekujî ya hember xaleke ewlekarîyê de herî kêm 8 kes li rojavayê Îraqê hatine kuştin, 12 kesên din jî birîndar bûn.

Bajarvanê Qaim Ahmed Mehlawy ji Reutersê re got ku êrîşvan maşîneyeke bi bombeyan dagirtî ajot ser xala kontrolê ku ji hêla artêşê û mîlîsên Şîa ve dihat rêvebirin.

Mehlawy da zanîn ku di êrîşê de 5 çekdarên Şîa û 3 sîvîl hatine kuştin û rewşa hin birîndaran jî xeter e.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya êrîşê rakir ser xwe û îdia kir ku 28 kes hatine kuştin.

Qaim ku 300 km li rojavayê Bexda ye, li Anbar cîh digire yek ji herêmên dawî ya bin kontrola DAIŞ’ê bû. Hêzên ewlekarî ew herêm di Mijdara borî de ji DAIŞ’ê paqij kiribû.

XS
SM
MD
LG